15:07 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Pêşmerge: Em ji bo operasyona Hewîceyê nehatine agahdarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ragihand ku di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de li ser pirsgireka Hewîceyê danûstandin tine ne û got ku heta niha hikûmeta Iraqê bo plana kontrolkirina bajêr ji DAIŞê wan haydar nekirine.

    Balafirên şer ên Tirkiyê / êrîşa asmanî
    © AP Photo/ U.S. Air Force via AP
    Cebar Yawer, ew daxuyaniyên di hin dezgehên ragihandinê de belav bûne jî red kir û got: "Hikûmeta Federalî heta niha derbarê plana kontolkirina Hewîce de, ligel Pêşmerge gotûbêj nekiriye."

    Yawer wiha pê de çû: "Wezareta Pêşmerge berî şerê kontrolkirina Mûsilê, çendîn civîn ligel hikûmeta federalî kiribû, lê ji wê demê ve û ta niha ti civînek û gotûbêjek li ser operasyonên hevbeş ji bo kontrolkirina Hewîceyê çê nebûye."

    Herweha Cebar Yawer tekez kir ku Bexda plana kontrolkirina Hewîce ligel Hevpeymaniya Navdewletî, Heşda Şeibî û hêzên hevbeş behs kiriye, lê ti civînek ji bo wî şerî ligel Pêşmerge nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Iraqî: Ji bo Hewîceyê hîn zû ye
    Heşdî Şebî dema operasyona kontrolkirina Hewîceyê ragihand
    Fermandarê amerîkî: Hêzên Pêşmerge wê di operasyona Hewîceyê de roleke aktîf bilîzin
    Fermandar: Di nêzîk de operasyona Hewîceyê dest pê dike
    Etîketan:
    operasyon, Cebar Yawer, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de