02:36 18 Çile 2018
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir

    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê da xuyakirin: “Encama referandûmê çi dibe bila bibe, em ligel birayên xwe ne” û got, “Em daxwaz dikin bi biryara parlamentoyê herin referandûmê.”

    Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş ji girtîgeha Edirneyê bo Kovara Expressê daxuyanî dan.

    Demirtaş li ser referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê ku li Herêma Kurdistanê birêve diçe diyar kir, dê çarenivîsa Herêma Kurdistanê, xelkê li wê derê dijî diyar bike û got: "Divê hemû kes rêzê ji vê yekê bigire. Lê daxwaza me ew e ku birayên me yên li Herêma Kurdistanê bi peymaneke niştimanî û bi biryara parlamentoyê herin referandûmê."

    Demirtaş herwiha got: "Di her hal û karî de biryar a wan e. Encamên referandûmê çi dibe bila bibe em ligel birayên xwe ne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Colemergê 2 sivilên bi SÎHAyan hatibûn birîndarkirin hatin girtin
    Trump ambargoya ser Kubayê saleke din dirêj kir
    ‘Pêşmerge amade ye li hemberî her êrîş û gefê Kerkûkê biparêze’
    Destpêkirina operasyona ‘Bahoza Cizîrê’ ya Dêrezorê hat ragihandin
    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    Artêşa Sûriyê li Dêrezorê dest bi hicûmê kir
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de