02:53 19 Çile 2018
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    ‘Pêşmerge amade ye li hemberî her êrîş û gefê Kerkûkê biparêze’

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li ser tehdîdên vê dawiyê yên li ser bajarê Kerkûkê ku bi biryara beşdarbûna referandûma 25ê Îlonê re zêde bûne, berpirsên siyasî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê radigihînin ku hêza Pêşmerge amade ye rûbirûyî her êrîş û gefan bibe.

    Li gor nûçeya K24 TVyê, Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk — Germiyan ya PDKê Selah Delo dibêje: "Roj hebû li sînorê Kerkûkê 250 Pêşmerge şehîd û birîndar dibûn, lê ti carî ew nahêlin gef û êrîş bandor li ser xelkê Kerkûkê bikin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her dem bi piştevaniya xelkê Kerkûkê kariye vê sînorê biparêze. Niha jî ti metirsiyeke me ji wan gefan nîne û ti bandor li ser giyanê xelkê Kerkûkê bo birêvebirina referandûmê nabe."

    'BEŞEK JI BERPIRSÊN HEŞDA ŞEBÎ GEFAN LI KURDAN DIXWIN'

    Cîgirê Serokê Malbenda Kerkûkê yê YNKê Rewend Mehmûd bi bîr dixe: "Pêwîst e hesabê her êrîşekê, çawaniya rûbirûbûna wê û çawaniya parastina van navçeyan bê kirin. Ji ber ku di van navçeyan de şer heye. nakokî û milmilaneyên taifî, mezhebî û li ser xakê heye. Çeperên Pêşmerge û Heşda Şeibî li çend navçeyên Kerkûkê gelekî ji hev nêzîk in û hevahenga wan jî bi hev re heye. Di heman demê de beşek ji berpirsên Heşda Şeibî gefê li Kurdan dixwin."

    FERMANDARÊ HEŞDA ŞEBÎ: EM NAXWAZIN BI XWÎNÊ ÇARESER BIKIN

    Fermandarê di Firqeya Îmam Elî yê Heşda Şeibî Rezaq Muhin Selman dide xuyakirin, "Em pabend in bi biryar û arasteyên merciyeta Şîe. Niha merciyet daxwaz ji me dike, pirsgirêkan bi aştî û guftûgo çareser bikin. Li gor peyrewên merciyetê jî naxwazin bi riya hêzê û xwînrêtinê çareser bikin."

    'HER GEF Û ÊRÎŞ DÊ BÊ ŞIKANDIN'

    Fermandarê Fewca Yekem ya Hêza Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê Moqedem Rukin Hêmen Hesen jî diyar dike: "Axaftinên wan bo me ne girîng in, ligel wê jî me amadekariya temem bo rûbirûbûna her gef û êrîşekê girtine ji bo parastina vê sînorê. Ev gefên ku niha tên xwarin, heger kî bike, di dilniyayî dê bên şikandin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    Artêşa Sûriyê li Dêrezorê dest bi hicûmê kir
    Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
    Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de