18:38 27 Gulan 2018
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna BBC Farisî de got ku ew beriya referandûma serxwebûnê bi Iraqê re muzakereyan nakin.

Barzanî ragihand, referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nayê paşxistin û dê di roja xwe de anku li 25ê Îlonê were encamdan.

Barzanî li ser gef û tehdîdên Heşda Şeibî li ser bajarê Kerkûkê jî got, her gef û tehdîdek hebe tevahiya gelê Kurdistanê amade ye bergiriyê li Kurdistanîbûna Kerkûkê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser îhtimala girtina sînoran ji aliyê Îran û Tirkiyê ve diyar kir ku, tiştekî wisa nabe çimkî ew du welat xwedî berjewendiyên berfireh in li Herêma Kurdistanê.

BARZANÎ: TIŞTEK BI YÊN BÊJIN 'NA' NABE

Serokê Herêma Kurdistanê di hevpeyvînê de li ser derdorên kampanya 'Nêxêr' di referandûma 25ê Îlonê de dimeşînin jî got, 'Her kes di biryara xwe de azad e. Ev der welatê wan e û ti tiştek bi wan nabe.'

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir
Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
Wê balafir êdî şipiya jî rêwîyan siwar bikin
PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
Îtiraz li tehlîyekirina Ayhan Bîlgen hat kirin
Barzanî: Ji sala 1962yan ve armanca min serxwebûna gelê min e
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de