04:09 28 Gulan 2018
Hewlêr - Erbîl - Ala Kurdistanê - Balon

PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) biryar dan ku ji bo şopandina roja 25ê Îlonê ya dengdana referandûma Herêma Kurdistanê çavderan bişînin.

Berî niha jî Baroya Amedê (Saziya Parêzerên Amedê) biryar dabû şandekê ji bo çavderiya dengdana referandûma serxwebûnê bişîne Herêma Kurdistanê û piştre jî raporekê derbarê çavderiyên xwe de pêşkeş bike.

Hat ragihandin ku PSK 10ê Îlonê şanda xwe ya partiyê dişîne Herêma Kurdistanê û li wir beriya referandûmê dest bi danûstandinên xwe dike.

Herwiha HAK-PAR jî 15ê Îlonê anku beriya dengdanê bi deh rojan şandekê dişîne Herêma Kurdistanê ku dixwaze hem piştgiriya xwe diyar bike, hem jî çavderiyan di proseya referandûmê û dengdanê de bike.

 

Bi heman mijarî:

Îtiraz li tehlîyekirina Ayhan Bîlgen hat kirin
Amerîka jî beşdarî civînên Astanayê dibe
Barzanî: Ji sala 1962yan ve armanca min serxwebûna gelê min e
Ji Tirkiyê berteka biryara girtina wezîrê berê: Skandaleke mezin e!
'Moskow û Parîs ditirsin ku terorîst ji Sûriyê birevin welatên Ewropî û Rûsyayê'
Li paytexta Ukrayna Kievê teqîn
Etîketan:
Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de