07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Ji sala 1962yan ve armanca min serxwebûna gelê min e

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna ligel televizyona Al Arabiya ya Erebîstana Siûdî de, li ser mijarên girîng ên bi Herêma Kurdistanê re têkildar daxuyaniyên girîng dan.

    Barzanî ji Al Arabiya re li ser biryara referandûmê têkçûna şirîkatiya bi Bexdayê re bi bîr xist û got, "Em gelek dereng man û me gelek hewl da ji bo biryara referandûmê."

    ‘EM BI BEXDAYÊ RE BI SER BIKETINA ME BIRYARA REFERANDÛMÊ NEDIDA'

    Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Ji ber vê yekê em neçar man ku vê pêngavê biavêjin. Eger me di şirîkatiya li gel Bexdayê de bi ser biketina, dê biryara referandûmê nehata dayîn."

    ‘ALIYÊN NAVDEWLETÎ PAŞXISTINA REFERANDÛMÊ DIXWAZIN, LÊ NABÊJIN BETAL BIKIN'

    Barzanî bi bîr xist: "Aliyên navdewletî ji me dixwazin ku referandûm were paşxistin, ne ku were betalkirin. Em ji wan aliyên ku ji me paşxistinê dixwazin re dibêjin, 'alternatîvekê bidin me'."

    ‘TIRKIYÊ ÇEND CARAN XWEST EM REFERANDÛMÊ BETAL BIKIN'

    Mesûd Barzanî li ser helwesta Tirkiyê jî destnîşan kir: "Tirkiye ji me çend caran xwest ku referandûm were paşxistin an jî were betalkirin."

    ‘ARMANCA REFERANDÛMÊ AVAKIRINA PÊWENDIYÊN BAŞ E'

    Barzanî di hevpeyvînê de armanca referandûma serxwebûnê ku li 25ê Îlonê tê sazdan jî wiha rave kir: "Armanca me ji referandûmê ew e ku em li gel Bexdayê pêwendiyên nû û baş pêk bînin. Bi referandûmê li ser hemû mijaran emê têkevin danûstandinên baş ligel Bexdayê û gelê Kurd dê nêrîna xwe eşkere bike û peyama xwe bigihîne cîhanê ku di vê dewleta nû de ciyawaziyeke netewî neyê kirin."

    ‘DEWLETA NÛ DÊ DESTWERDANA MIJRA KURDÊN DEWLETÊN DIN NEKE'

    Barzanî bal kişand ser ku ‘Piraniya partî û hêzên kurdî li ser referandûmê rijd in' û li ser dewleta nû ya Kurdan got. "Têkiliya me ligel kurdên li dewletên din tine ye" û dewleta nû dê destwerdanê li ser mijara kurdên li dewletên din neke.

    ‘JI SALA 1962YAN VE ARMANCA MIN SERXWEBÛNA GELÊ MIN E'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser armanca xwe ya siyasî got: "Ji sala 1962an ve armanca min a siyasî, serxwebûna gelê min e. Piştre ezê ji jiyana siyasetê vekişim."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyê berteka biryara girtina wezîrê berê: Skandaleke mezin e!
    'Moskow û Parîs ditirsin ku terorîst ji Sûriyê birevin welatên Ewropî û Rûsyayê'
    ‘Dema vekişînê de terorîstan bo vegera sivîlan asteng bikin mayin bicih kirine'
    Ayhan Bîlgen ji girtîgehê derket: Şanda HDPê ew li Sîlîvrî pêşwazî kir
    Dadgeha Amerîkî ji bo wezîrê berê yê Tirk biryara girtinê da
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de