23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

    YNKê 7 xal pêşkeşî Goran û Komela Îslamî kirin

    © Foto: PUKMedia.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî civîna xwe ya asayî Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser rewşa Herêma Kurdistanê, çalakkirina parlemento û referandûmê şert û mercên xwe pêşkeşî Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê kirin.

    YNKê 7 xal pêşkeşî Goran û Komela Îslamî kirin ku çalakkirina parlementoya Kurdistanê jî di nav de, li ser gelek mijarên din daxwaz ji her du partiyan têne kirin.

    Li gor daxuyaniya YNKê ku di Rûdawê de hatiye weşandin, daxwaziyên YNKê wiha ne:

    1- Asayîkirin û çalakkirina Parlementoya Kurdistanê.

    2- Ji bo ku di navbera mûçeyên pilebilind û mûçeyên kêm de hevsengî were pêkanîn, pêwîst e paşketina mûçeyan bi rêya pesendkirina projeyasayeke taybet ji holê were rakirin û ji bo dayîna mûçeyên paşketî ji mûçexuran re pêwîst e garantî were dayîn.

    3- Bawerîdana bi serok û endamên encûmena sindoqa dahatên petrol û gazê.

    4- Pêdeçûna yasaya hilbijartin û desteberkirina mafê dengdana niştecihên herêmên veqetandî daku nûnerên wan ên rasteqîn hebin li Parlementoya Kurdistanê.

    5- Pesendkirina yasaya referandûma serxwebûnê.

    6- Lijneya amadekirina destûrê bo rapirsiyê, bawerî pê were dayîn bo amadekirina Destûra Dewleta Kurdistanê.

    7- Sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmara 1 a sala 2005an.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin
    Qanûna referandûma serxwebûna Katalonyayê hat qebûlkirin
    Pirtûka Rekoran Guinness 2018
    Şandeya ENKSê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî
    Li Sûrê xaniyê malbatekê tevî alavan hat xerakirin
    Google sepana Drive digire
    Karwanê milîtanan rastî êrişa hewayî hat: 85 kuştî
    Raportorê NY: Dibe hejmara kuştiyan ji hezarî zêdetir be
    Di navbera Pêşmerge û DAIŞê de şerekî dijwar: Hemû grûb hat kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de