05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Di navbera Pêşmerge û DAIŞê de şerekî dijwar: Hemû grûb hat kuştin

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundê Xeraîcê bakûrê Tileferê grûbek terorîstên DAIŞê ketin kemîna Hêzên Pêşmerge û piştî şerekî dijwar hemû terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Fermandarê Pêşmerge yê Lîwaya 12 Bedirxan Zebarî di axaftina xwe de got: "Şevê din seet li dora 10.00an 6 terorîstên DAIŞî li gundê Xeraîc ketin kemîna hêzên Pêşmerge. Yek ji wan jî ji destê Pêşmerge nefilitî. 3 terorîst di pevçûnê de hatine kuştin, yek ji wan xwe teqand û 2 terorîst jî dîl hatin girtin."

    Li gorî daxuyaniya fermandar di pevçûnê de ti zirar negihiştiye hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

    Bedirxan Zebarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge li çeperan hişyar in, em hemû dizanin ku ev der xeta reva wan e. Ti terorîstekî DAIŞî nikare xwe nêzîkî çeperên me bike."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: Em destûrê nadin hêzên iraqî di Kerkûkê de derbas bibin
    DAIŞê li Xurmatûyê bi 3 aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kir: Kuştî hene
    Wesayîta Pêşmerge li Şingalê rastî teqemeniyê hat: 2 jê giran 6 birîndar
    Milîtanên DAIŞê yên hemwelatiyên tirk li Iraqê teslîmî hêzên Pêşmerge dibin
    Fermandarê amerîkî: Hêzên Pêşmerge wê di operasyona Hewîceyê de roleke aktîf bilîzin
    Etîketan:
    Fermandarê Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Bedirxan Zebarî, Telafer, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de