15:07 25 Hezîran 2018
YNK

YNK ji bo vekirina parlamentoyê cara dawîn li gel Goran û Komelaya Îslamî dicive

© Foto: www.pukpb.org
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî daxuyaniya berdevkê YNKê Seîdî Ehmed Pîrê îro cara dawîn YNK ji bo aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê li gel Tevgera Goran û Komelaya Îslamî civînekê li dar dixe

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre di daxuyaniya xwe de got: "Li gel Goran û Komela Îslamî emê bicivin û peyama serkirdayetiya YNKê ji wan re bêjin. Em bi kirdarî tevlî pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê bûne û di rojên pêş de propagandayên me dê germtir bibin."

Seidî Ehmed Pîre di berdewamiya axaftina xwe de got: Em ê îro li gel Tevgera Goran û Komela Îslamî bicivin da ku cara dawîn wan agahdar bikin ku me biryar daye ku parlemento were aktîvkirin û ji bo me baş e ku ew du alî jî beşdar bin. Em ê li ser çawaniya aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê gotûbêj bikin."

Li gorî daxuyaniya Ehmed Pîre dibe sibê heyeteke ji YNKê ji bo nexşerêya referanduma serxwebûnê bi PDKê re civînekê li dar bixe.

Bi heman mijarî:

YNK piştî Cejna Qûrbanê guhertinên girîng pêk tîne
YNK: Ti kes azadî û serxwebûnê di tepsiya zêrîn de pêşkêş nake
PDK û YNK bo aktîvkirina parlamentoyê li hev civiyan
PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
Etîketan:
Komela Îslamî, Goran, Berdevkê YNKê, Seîdî Ehmed Pîre, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de