02:55 19 Çile 2018
Zindî
    Referandûm- serxwebûn - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK)

    Ji bo dengdana referandûmê ji Kurdên derveyî welat re hêsankarî tê kirin

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Berdevkê Komîsyona Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar ragihand ku ew ji bo beşdarbûna dengdana referandûma 25ê Îlonê ji welatiyên derveyî welat re hêsankariyan dikin.

    Hat ragihandin ku mercên dengdana hemwelatiyên derveyî welat ji bo dengdana referandûma 25ê Îlonê têne hêsankirin.
    Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê 26ê Tebaxê ji bo tomarkirina navên dengderan 4 merc ragihandibûn ku yek ji wan ji hemwelatiyan dihat xwestin, ji bo tomarkirina navên xwe Formên Xurekê nîşan bidin û ev jî bûbû sedema nerazîbûnan.

    'EM DIXWAZIN HEMÛ HÊSANKARIYAN BIKIN'

    Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirar di civîneke çapemeniyê de ragihand: "Yek ji xala bûye pirsgirêk Forma Xurekê ye. Ji bo çareserkirina vê yekê, sibê 05ê Îlonê emê rûnin û li ser vê mijarê gotûbêj bikin. Ji ber ku em dixwazin hemû hêsankariyan bikin da ku Kurdistaniyên derveyî welat dijîn bikarin beşdarî referandûmê bibin."

    Şîrwan Zirar got ku ew dê ligel şîrketa pêwendîdar rûnin û lê binerin ka çi belgenameyek dikare bibe berdêla Forma Xurekê û bi vî awayî jî ji aliyê xwe ve kodekê bidin hemwelatiyan.

    ‘5 MILYON Û 500 HEZAR KES DIKARIN DENG BIDIN'

    Berdevkê Komîsyonê herwiha ragihand ku nêzîkî 5 milyon û 500 hezar kes dê li parêzgehên Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê di referandûmê de dengên xwe bidin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Goran û Komel: Divê referandûm bê paşxistin
    ‘Ger Trump bazirganiya Çînê rawestîne dê ji kar bê xistin’
    Serokên BRICSê ceribandina bombeya hidrojenê şermezar kirin
    Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
    Trump: Em amade ne çekên nukleer bikar bînin
    Koreya Başûr hişyariyeke din da
    Li Nisêbînê herêma ewlekariyê hat ragihandin
    Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji nû ve pêş dikeve
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de