08:11 23 Gulan 2018
    Endamên hêzên pêşmerge li eniya Xazirê

    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarên Hêza Pêşmerge banga çûyîna ser sindoqên dengdana referandûmê kirin û gotin, “Em soz didin we, me çawa berê Kurdistan parastiye emê wisa sînorê dewleta Kurdistanê jî biparêzin.”

    Li gor nûçeya kdp.infoyê Fermandarê Pêşmerge Eqîd Husên Resûl ragihand: "Em wek Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin."

    ‘PIŞTGIRIYA XELKÊ DIHÊLE KU EM ZÊDETIR AX Û WELAT BIPARÊZIN'

    Resûl wiha domand: "Ji ber ku Pêşmerge her qurbanî dane ji bo vê rojê û hêviya şehîdan dewleta Kurdistan bûye, lewma jî em wek Pêşmerge amade ne sînorê xwe biparêzin û em daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê li vê proseyê bikin, ji ber ku piştgiriya xelkê me zêdetir han dide ku em parastiya ax û welatê xwe bikin."

    ‘EM SOZ DIDIN KU DEWLETA KURDISTANÊ BIPARÊZIN'

    Silêman Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Çiyayê Zertik Eqîd Cadir jî got: "Em soz didin ku çawa me berê Kurdistan parastî ye, em wisa sînorê dewleta Kurdistanê jî biparêzin û em nehêlin dijminên me destê xwe dirêjî Kurdistanê bikin, lewma jî em daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku biçin ser sinduqên dengdanê û bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re."

    ‘25Ê ÎLONÊ DENGÊ XWE BIDIN SERXWEBÛNÊ'

    Fermandarekî din ê Pêşmerge li Eniya Mexmûrê Neqîb Fikrî Husên da xuyakirin: "Ez daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlonê dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê, ku ew yek jî wefadariyek dibe ji bo xwîna şehîdan û ji bo Pêşmergeyên qehreman."

    ‘EM HER DEM AMADE NE BI CAN Û XWÎN BERGIRIYÊ BIKIN'

    Pêşmergeyê bi navê Nêçîrvan Xefûr amadehiya xwe ya ji bo parastina xelkê û sînoraran diyar kir û da zanîn: "Em herdem amade ne bi can û bi xwîn bergiriyê di ber axa Kurdistanê de bikin, bila xelkê me jî bi dengê Erê xebatê bikin û bergiriyê li axa Kurdistanê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ceribandina bombeya hidrojenê bi tundî şermezar kir
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Kurdî bû yekane zimanê perwerdehiyê
    Koreya Başûr banga civîna lezgîn kir
    'Di operasyona Telaferê de 115 leşkeran jiyana xwe ji dest da'
    Rûsyayê li ser girtina nûnertiyên li Amerîkayê daxuyanî da: Dagirkerî ye!
    Li Amerîkayê 3 nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê hatin valakirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de