18:19 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 4210

    Endamê Civata Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, ji sedî 90ê karên komîsyonê yên amadekariyên dengdana gel bo referandûmê bidawî bûne.

    Li gor nûçeya Rûdawê Cotyar Adil da xuyakirin, biryar e di 24 demjimêran de nivîsgehên Kerkûk, Mûsil û Xaneqînê werin vekirin û got, "Kelûpelên pêwîst ên weke mûrekeb, sindoq û kaxezên dengdanê hatine amadekirin. Di 2 rojan de dê hejmara sindoqan bigihin 46 hezaran."

    Adil da zanîn, ku ji bo hemû navendên dengdanê kelûpelên hestiyar û kabîne hatine şandin û ji bo meşandina karên giştpirsiyê jî 11 xalên peyrewê destnîşan kirine.

    ‘EM LI BENDA BIRYARA MECLÎSÊN BAJARAN BÛN'

    Adil li ser beşdarbûna deverên veqetandî bo referandûma 25ê Îlona 2017an wiha got: "Ev hefteyeke biryara fermî ya Kerkûk û Mûsilê derketiye. Li van deveran 122 fermanber hatine damezrandin. Em li hêviya biryarên encumenên parêzgehan bûn, ku ji me daxwaz kirine li wan deran jî referandûm were kirin."

    ‘ÎRO YAN SIBE NIVÎSGEHÊN KERKÛK, MÛSIL Û XANEQÎNÊ VEDIBIN'

    Endamê komîsyonê diyar kir, piraniya navçe û bajarokên ser bi parêzgehên Mûsil, Kerkûk, Selahadîn û Diyalayê daxwaznameya xwe ya tevlîbûna referandûmê ji wan re şandine û wiha axivî: "Me jî biryarên wan qebûl kiriye û bersiv daye wan. Îro yan jî sibe dê nivîsgehên Kerkûk, Mûsil û Xaneqînê werin vekirin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Koreya Başûr banga civîna lezgîn kir
    Komîsyona referandûma Kurdistanê heta 4ê Îlonê mohlet da
    Şanda referandûmê dest bi gera derve dike
    Li Îranê 5 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e!
    Rûsyayê li ser girtina nûnertiyên li Amerîkayê daxuyanî da: Dagirkerî ye!
    'Di operasyona Telaferê de 115 leşkeran jiyana xwe ji dest da'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de