00:24 19 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê-ala kurdan

Komîsyona referandûma Kurdistanê heta 4ê Îlonê mohlet da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Komîsyona Referandûm û Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Duhokê daxuyaniyek belav kir ku tê de xwest, hemû saziy3en ragihandinê, çavderîyê û rêxistinên sivîl nûnerên xwe yên şopandina referandûmê destnîşan bikin.

Di daxuyaniya komîsyonê de wiha hat gotin: ‘'Piştî bêhnvedana cejna qurbanê ango 04.09.2017ê hemû saziyên ragihandin û rêxistinên civaka sivîl û tîmên çavdêriyê bo proseya referandûmê nûnerê xwe bo çavdêriya referandûmê tomar bikin."

‘YÊN NAVÊ XWE TOMAR NEKIN DÊ RÊ LI WAN BÊ GIRTIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Ji her sazî û aliyên navxwe ku nûnerê xwe tomar neke, dibe di roja referandûmê de rê li wan bê girtin, ji ber vê jî roja 04.09.2017ê dest bi nav nivîsandinê tê kirin û divê her aliyek navê nûnerê xwe tomar bike."

JI BO TOMARKIRINA NAVAN ÇI BELEG TÊNE XWESTIN?

Komîsyonê diyar kir, "Divê her kesek belgeyên xwe yên fermî bîne, yan jî ewên ku nûnerê sazî û rêxistinan be pêwîst e nivîsa fermî ya saziya xwe ligel xwe bîne û logo û 2 wêneyên xwe ligel nasname bînin û navê xwe bo roja referandûmê tomar bikin."

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Şanda referandûmê dest bi gera derve dike
Fermandarê YPGê: Emê bersiva Tirkiyê bidin
Li Îranê 5 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e!
Sedema erdhejê diyar bû: Bombeya hidrojenê hat ceribandin
Piştî 288 rojan bi selametî vegeriya dinyayê
Barzanî serkeftina Iraqê pîroz kir
Li Koreya Bakur bi destê însanan erdhejeke dijwar çêbû!
Li Bexdayê êrişa xwekujî: 7 mirî 8 jî birîndar
‘Kî di derbarê Bexdadî de agahiyan bide me em ê pere bidin
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de