22:34 18 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê

‘Pirsgirêk bi cihêbûna kurdan çareser nabin'

© AP Photo / Bilal Hussein
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê Emmar Hekîm diyar kir ku pêwendiyên wan ên li gel kurdan dîrokî ne û cihêbûna kurdan pirsgirekên li Iraqê çareser nake.

Emmar Hekîm di duyemîn roja Cejna Qurbanê de, di dema nimêja cejnê de gotarek pêşkeş kir û got: "Eger kurd wisa hizir dikin, ku bi cihêbûna Iraqê pirsgirêkên wan çareser dibe, ev ne di cîh de ye. Pirsgrêk biçûk bin an jî bi qasî welatekî mezin, erkê serkirdeyane wan çareser bikin. Aştî û aramiyê berqerar bikin."

Hekîm diyar kir, ku pêwendiyên dîrokî di navbera wan û gelê kurd de hene û da xuyakirin, ku bi cihêbûnê pirsgirêkên kurdan çareser nabin.

Emmar Hekîm derbarê hilbijartinên paşerojê de da zanîn, ku tevgera wan dê projeya hikûmeta piralî amade bikin û got: "Em li ser serkeftina hilbijartinan hizir nakin. Ya ji bo me girin bidestxistina hezkirin û baweriya gel e."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne
Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin
Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin
Etîketan:
pirsgirek, kurd, cihêbûn, Emmar Hekîm, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de