21:45 25 Gulan 2018
Pêşmerge - operasyon - Mûsil

Li Kurdistanê piştî 3 salan rêya her du bajaran vedibe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku dibe di demeke nêzîk de rêya sereke ya di navbera Dihok û Mûsilê de ji bo çûnûhatina welatî û karê bazirganiyê vebe.

Li gorî daxuyaniya berpirsê Leqa 4 a PDKê Îsmet Receb, Sererkanê Iraqê agahî daye wan ku wê di demeke nêzîk de reya serekî ya navbera Dihok û Mûsilê ji bo çûnûhatinê vebe.

Îsmet Receb di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve rê vekirî bû. Lê Artêşa Iraqê ji aliyê Mûsilê vê rê girti bû. Niha wan jî biryar daye rê vekin da ku çûnûhatin asayî be."

Wek tê zanîn, rêya navbera Dihok û Mûsilê piştî DAIŞê di Hezîrana 2014an de hate girtin û di dema kontrolkirina bajêr de hêzên ewlehî yên Iraqê destûra çûnûhatinê nedidan. Rêya di navbera Dihok û Mûsilê yek ji giringtirî riya bazirganiyê tê hejmartin.

Bi heman mijarî:

‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê
Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
Etîketan:
Rêya navbera Dihok û Mûsilê vedibe, Dihok, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de