17:50 25 Gulan 2018
Korgeneral Stephen Townsend

Fermandarê amerîkî: Hêzên Pêşmerge wê di operasyona Hewîceyê de roleke aktîf bilîzin

© AP Photo / Ali Abdul Hassan
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê koalîsyona tekoşîna dijî DAIŞê yê amerîkî Stephen Townsend di axaftina xwe de ragihand ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyona Hewîceyê de wê roleke aktîf bilîzin.

Fermandarê koalîsyona tekoşîna dijî DAIŞê yê amerîkî Stephen Townsend di axaftina xwe ya civîna çapemenî de behsa rola Pêşmerge ya operasyona Mûsilê kir û got: "Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyona Mûsilê de guleya pêşî teqand û ji bo rizgarkirina bajêr rê li ber arteşa Iraqê vekir. Ji bo bedelên ku dan û rola wan ya operasyonê rêz û hûrmetên xwe pêşkêş dikim."

170 TERORÎST JI ALIYÊ PÊŞMERGE VE HATIN KUŞTIN

Stephen Townsend di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşmerge rê li ber DAIŞiyên ku ji Telaferê direvin digre û mudaxeleya wan dike. Di navbera artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de kordînasyoneke baş heye. Heta niha derdora 170 terorîstên DAIŞî ku dixwestin di xeta sînor de derbas bibin ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin. Pêşmerge wê di operasyona navçeya Hewîce ya bajarê Kerkûkê de jî roleke aktîf bilîze."

Bi heman mijarî:

Bi 100an milîtanên DAIŞî ketin davika Pêşmerge
Jinekê xwe di nav hêzên Pêşmerge de teqand: 3 mirî 5 jî birîndar
DAIŞê êrişê hêzên Pêşmerge kir: 5 kuştî 12 jî dîl hatin girtin
Li depoya Hêzên Taybet a Zerevanî teqîn: 3 Pêşmerge birîndar bûn
Konvoya Pêşmerge rastî teqemeniyê hat: 5 birîndar
Etîketan:
Artêşa Iraqê, Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Stephen Townsend, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de