01:28 24 Gulan 2018
    YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre

    Ji YNKê bo sînorê Kurdistanê daxuyaniyek girîng

    © Foto : Malpera fermî ya YNKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand, ew navçeyên ku pêşmergeyan rizgarkirine dê vegerin ser Herêma Kurdistanê.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, di yekemîn roja Cejna Qurbanê de Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl çû navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kir. Resûl piştî pîrozkirina cejna pêşmergeyan got: "Em ji bo pîrozkirina cejna birayên xwe yên Pêşmerge hatine. Ew zêdetirî 3 salan e li vê eniyê berevaniya kurd û Kurdistanê dikin. Di cejnê de jî mal û zarokên xwe bicîh hiştine û li vir in. Ew di oxira Kurdistanê de şehîd dibin. Lewma em hatin beşdarî cejna wan bibin, bi hevre xwarina cejnê bixwin."

    Kosret Resûl ji bo referandumê jî got: "Biryar hatiye dayîn li hemû navçeyên Kurdistanê referandum were kirin. Ew cihên ku Pêşmerge lê ne û bi destê Pêşmerge hatibine rizgarkirin dê vegerin ser Herêma Kurdistanê."

    Navçeya Xurmatu ser bi parêzeha Selahedîn a Iraqê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê, bajarê Tikrîtê ve dûr e. Xurmatû yek ji navçeya Kurdistanê ye ku dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara gelheya navçeyê 220 hezarin. 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.

    Bi heman mijarî:

    YNK piştî Cejna Qûrbanê guhertinên girîng pêk tîne
    YNK: Ti kes azadî û serxwebûnê di tepsiya zêrîn de pêşkêş nake
    PDK û YNK bo aktîvkirina parlamentoyê li hev civiyan
    PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
    Etîketan:
    Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Sînorê Kurdistanê, Kosret Resul Elî, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de