11:58 23 Gulan 2018
    Mesrûr Barzanî

    Mesrûr Barzanî: Ji bo damezirandina dewletê bêjin, ‘Belê’

    © Foto : Public Domain - KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê li ser rûpela xwe ya Facebookê Cejna Qûrbanê pîroz kir û got, ‘Cejna îsal di demekî de ye ku di çend rojên pêşiya me de, em hemû bi hev re ji bo diyarkirina çarenivîsa welat û niştimanê xwe diçin ser sindoqên dengdanê.’

    Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, cejna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, malbatên pakrewanan û pêşmergeyan, tevahiya karmendên asayiş û polîs û herwiha cejna gelê Kurdistanê pîroz kir.

    Barzanî bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna xwezî û hêviyên pakrewanan, di roja sazdana referandûmê de dengê "Erê" bidin.

    ‘JI BO DAMEZIRANDINA DEWLETEKÊ BI ‘BELÊ' BEŞDARÎ REFERANDÛMÊ BIBIN'

    Di peyamê de wiha hat gotin: "Bi vê boneyê, ez careke din daxwaz dikim ku ji bo damezrandina dewletekê, ku di nava wê de tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî hest bi welatîbûna xwe bikin, xweziya şehîd û xwesteka dîrokî ya gelê Kurdistanê bi ser bixin û pêşî ji dubarebûna tawan û karesatên bêhejmar bigirin, pêwîst e bi "Belê" beşdariyê di proseya referanduma serxwebûnê de bikin."

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê heta 30 rojan qedexe hat ragihandin
    DYA konsulxaneya San Francisco ya Rûsyayê digire
    Kobanî û Qamişlo bar kir Amedê!
    Lîsteya Rûsên herî bibandor ên sedsalê hat weşandin
    Almanya bi fermî dê Tirkiyeyê veto bike
    Rayedarê AKPê: Cejna FETOyî, PKKyî û DAIŞîyan pîroz nekin!
    Rûsyayê bibîr xist: Li Derayê çekên kimyewî hene
    Roja Yekşemê 70 hezar kes ji bajar têne tehliyekirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de