11:51 27 Nîsan 2018
    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen

    Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Baroya Amedê biryar stand ku ji bo şopandina referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku li 25ê Îlonê tê kirin, şandekê bişîne û piştre jî li ser encamên wê raporekê amade bike.

    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ragihand ku wan heyeteke 7 kesan ji bo şopandina referandûmê pêk anîye ku dê li Herêma Kurdistanê li ser sindoqên dengdana 25ê Îlonê lêkolînan bikin.

    Li gor nûçeya Rûdawê Ozmen diyar kir ku wan wekî Baroya Amedê bi rêya Sendîkeya Parêzerên Hewlêrê serî li Desteya Bilind a Referandûmê dane ku çavderiya referandûmê bikin.

    Serokê Baroya Amedê got, "Em ê bi heyetekê biçin Herêma Kurdistanê. Em ê hem bi Desteya Bilind a Referandûmê re, hem jî bi saziyên fermî re hevdîtinan bikin. Em dê derbarê referandûmê de agahiyan bistînin. Ya duyem jî em ê li ser sindoqan bixwe çavderiyê bikin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl: Operasyona Dêra Zorê nêzîk e
    Lubnan û DAIŞê li hev kir: Bi 17 otobusan DAIŞî hatin veguhestin
    Serokê Partiya Tirkmen: Xelk guh nade yên dijatiya referandûmê dikin
    Lavrov: Divê Pyongyang hemû biryarên KENYê bicih bîne
    Kiliçdaroglu: Erdogan ji min ditirse
    8 kes bi îdiaya endamtiya PKKê hatin desteserkirin
    Tirkiye bertek da biryara referandûmê ya Meclîsa Kerkûkê
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de