20:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê Keçên Kurd

    Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5610

    Pisporê jeo-polîtîka yê rojnameya Asian Timesê Manish Rai di nivîsa xwe de ragihand ku heke Kurdistan ji Iraqê veqete wê li Rojhilata Navîn bibe mînaka serkeftinê.

    Pisporê jeo-polîtîka yê rojnameya Asian Timesê Manish Rai di nivîsa xwe de ji hêla ewlehî, ekonomî û yekîtiya siyasî ve Herêma Kurdistanê nirxand û got: "Kurdistan berî 56 salan pêwajoya ‘Şoreşa Îlonê' dabû destpêkirin û heke ji Iraqê veqete wê bikaribe bi tena serê xwe li ser lingan bimîne û li Rojhilata Navîn dê bibe mînaka serkeftin û demokrasiye."

    Manish Rai di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Li herêma Kurdistanê roj bi roj hesta serxwebûnê her diçe zêdetir dibe. Lig elek bajaran alayên kurdan dihejin û navê rê, kolan, avahiyên danûstandinê û medya bi Kurdî ye. Kesên ku serdana Hewlêrê dikin nizanin ku Iraq e."

    Rai di dirêjiya gotara xwe de behsa dewlemendiya Kurdistanê kir û got: "Kurdistaneke serbixwe dikare kanayên xwe yên dewlemend bi rêvebiriyeke pragmatîk û îstîqrar re bigihîne hev û vê ji bo demokrasiye bide meşandin. Ev wê ji bo lîberalên Rojhilata Navîn ku berê xwe dane rojava jî bibe mînaka serkeftinê."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
    ‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Nivîskarê rojnameya Asian Timesê, Manish Rai, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de