20:51 21 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

    Hewramî: Paşxistina referandûmê wê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kaosê çêke

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (262)
    0 47 0 0

    Şêwirmend û alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hemin Hewramî di gotareke ku di konferanseke li ser referandûma serxwebûnê li Hewlêrê pêşkeş kir de got, ger referandûm were paşxistin yan jî neyê pêkanîn, dê li Rojhilata Navîn alozî û kaos rû bide.

    Hewramî 28ê Tebaxê di panela konferansa bi mijara referandûma serxwebûnê ya Zanîngeha Cîhan a Hewlêrê de, bal kişand ser ku di vê pêvajoya li Rohilata Navîn sînor diguherin valahiya deshilata siyasî û ewlekariyê çêdibe û got, "Li vê heyama ku li herêmê qeyraneke kûr û şer rû dide de, ger referandûma Kurdistanê were paşxistin yan jî betalkirin, wê alozî û kaos rû bide ku hem Rojhilata Navîn hem jî Kurdistanê bide ber xwe."

    ‘BARZANÎ JI BO SERXWEBÛNÊ FIRSENDEK E'

    Hêmin Hewramî wiha got: "Serok Barzanî firsendek e ji bo serxwebûnê. Lewra ew kesayeteke xwedî karîzma ye. Ji bo miletek bigihe serxwebûnê pêwîstî bi serokên karîzmatîk heye. Barzanî xwediyê van taybetmendiyan e."

    Serokokamarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Christian Hartmann
    ‘XWEZÎ MAM CELAL BIKARIYA JI BO SERXWEBÛNÊ BI RÊZDAR BARZANÎ RE KAR BIKIRA'

    Hewramî nebûna Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî di vê pêvajoya girîng de bi bîr xist û got, "Xwezî tenduristiya Mam Celal baş bûye û digel Rêzdar Barzanî ji bo serxwebûna Kurdistanê kar bikira."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (262)

    Bi heman mijarî:

    Li paytext teqîn: 11 kuştî 26 jî birîndar
    Zaxarova: Biryara kêmkirina dîplomatên amerîkî me neda
    Bîlançoya salekê ya operasyonên ser DAIŞê hat ragihandin
    4 keçên kurdên êzidî ji deste DAIŞê reviyan
    Ajansa Îranî ragihand: Erdogan diçe Îranê
    Hevdîtina ewil di navbera Rûsya û Amerîkayê de
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de