17:30 26 Îlon 2017
Zindî
    Goran

    Goranê bangewaziya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî da xuyakirin, eger alî dixwazin parlamentoyê çalak bikin wan pêşiya ti kesan ne girtiye.

    An Iraqi woman walks her national flag during a celebration marking the the departure of US troops from Iraq in Baghdad's Adhamiyah neighbourhood. File photo
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Li gor nûçeya Rûdawê berdevkê Goranê got: "Divê parlamento bi rêkeftineke siyasî dest bi karên xwe bike û garantî hebe da ku careke din karên wê neyên astengkirin."

    '22 MEH IN PARLAMENTO KARÊ XWE NAKE'

    Hacî wiha axivî: "Vê gavê derbarê çalakkirina parlamentoyê de ti karekî çalakkirina parlamentoyê nîne. Ev 22 heyv in parlamento karên xwe nake. Eger bixwazin ji bo van herdu mehan parlamento kar bike, divê rêkeftineke siyasî bikin."

    Şoreş Hacî bi bîr xist: "Divê parlamento sîstema paşkeftina meaşan rake. Hikûmetê neçar bike da ku sindoqa dahatên petrol û gazê veke da ku bizanin ka dahata vî welatî kûve diçe."

    'ME PÊŞIYA KESÎ NEGIRTIYE'

    Berdevkê Tevgera Goranê diyar kir: "Em dixwazin parlamento çalak bibe da ku bikare karên xwe yên asayî û yasayî bike. Divê bi rêkeftineke siyasî çalak bibe û garantî hebe ku careke din weke 12ê Mijdarê karên wê neyê astengkirin. Eger hêz û aliyên siyasî bixwazin deriyê parlamentoyê vekin, me pêşiya ti kesan negirtiye. Bila werin em parlamentoyê çalak bikin."

    Hacî rexne li hikûmeta niha girt û got: "Partiya Demokrata Kurdistanê derbarê sîstema paşketina meaşan û dahata petrolê de xwedan heman helwest e. Dibêjin hikûmet nikare rewşa jiyana xelkê baştir bike. Eger nikare bila ew hikûmet hilweşe baştir e."

     

    Bi heman mijarî:

    Iraq ji IMFê 16 milyar dolaran deyn dike
    Şêwirmendê Trump ê têkoşîna dijî terorê Koşka Spî berda
    Çavkaniyeke taybet ji Spûtnîkê re ragihand: 120 milîtanan çek danî
    Li Koln a Almanyayê festîvala 'Referandûma Serxwebûna Kurdistanê' hat lidarxistin
    Helîkoptera Amerîkayê ket xwar
    YNKê derbarê kuştina 2 hemwelatiyên Kurd de daxuyanî da: Endamê me bûn
    Artêşa Iraqê: 16 tax hatin rizgarkirin, kêm cih di destê DAIŞê de mane
    Etîketan:
    Tevgera Goran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de