09:47 21 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    Pêşmergeyên ku bûn sedema kuştina hemwelatiyan teslîm bûn

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 135 0 0

    Li gor medya Herêma Kurdistanê ku dispêre Qeymaqamê bajaroka Çoman a Hewlêrê Ehmed Qadir, 2 pêşmergeyên Komela Şoreşgerên Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

    Şeva borî li gundê Gundejorê yê nehiya Hacî Omeran a Çomanê, di navbera gundiyan û pêşmergeyên Kurdên Îranê de aloziyê rû dabû û di encama teqekirina pêşmergeyan de 2 xortên Kurd hatibûn kuştin. Piştre jî xelkê deverê êrîşî baregehên pêşmergeyan kiribûn û ew şewitandibûn.

    Li ser heman babetê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî fermand da ku rewş were aramkirin û kesên bûne sedema kuştina xortên Kurd radestî yasayan werin kirin.

    Li ser bûyerê qeymeqamê Çomanê Ehmed Qadir daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew pêşmergeyên ku bûne sedema kuştina 2 xortan teslîm bûne û dê radestî dadgehê bên kirin.

    Li ser bûyerê jî wiha hat gotin: "Duh hêzên opozîsyona Îranê li gundê Gundejorê yê Hacî Omeranê êrişî 4 gundiyan, ku hemû birayên hev bûn, kirin. Di wê bûyerê de 2 ji wan mirin û 2 jî birîndar bûn. Ew bûyer ji ber wê qewimî bû ku ew 4 bira li hember qutkirina darên xwe ji aliyê wan çekdaran ve nerazîbûn nîşan dabûn, bi wî rengî alozî derketibû…"

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê 3 hezar mehkûm têne tehlîyekirin
    Barzanî li ser kuştina hemwelatiyan û aloziya navbera partiyên Kurdên Îranê ferman da
    Ji Tirkiyê amadekariya operasyona Efrînê: Karwaneke leşkerî gihîşt sînor
    Li Hewlêrê 4 navendên partiyên Kurd hatin şewitandin
    Artêşa Sûriyê li Deyr ez Zorê rêgeheke girîng kontrol kir
    Tarîfa veşarî ya McDonald'sê li ser medya civakî hat parvekirin
    Rûsan li Sûriyê sîstemeke nû ya ragihandinê bikar anî
    Lîsteya maldariya FARCê hat eşkerekirin
    Nêçîrvan Barzanî: Em bi we nêzîkî xewna serxwebûnê dibin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de