22:46 26 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî li ser kuştina hemwelatiyan û aloziya navbera partiyên Kurdên Îranê ferman da

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 132 0 0

    Li gor nûçeyên medya Herêma Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser aloziya navbera xelkê devera Baleyekatî ya Hewlêrê û partiyên Kurdên Îranê daxuyanî da.

    Barzanî ferman da ku pêşmergeyên bi teqekirinê bûne sedema kuştina 2 hemwelatiyên devera Baleyekatiyê werin girtin û ji xelkê deverê jî daxwaza aramiyê kir.

    Hêjayî bîrxistinê ye, piştî bûyera şeva borî ku 2 hemwelatî di encama teqekirina Pêşmergeyên Hêzên Komeleya Şoreşgera Zehmetkêşan hatibûn kuştin, 4 baregehên partiyên Kurdên Îranê jî li Hewlêrê hatibûn şewitandin û xelkê deverê gefa tolhildanê li partiyên Kurd xwaribû.

    Barzanî li ser aloziyê ferman da ku ji bo kontrolkirina rewşê çi pêwîst be bê kirin û kesên bûne sedema kuştina hemwelatiyan jî radestî yasayan bên kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyê amadekariya operasyona Efrînê: Karwaneke leşkerî gihîşt sînor
    Li Hewlêrê 4 navendên partiyên Kurd hatin şewitandin
    Artêşa Sûriyê li Deyr ez Zorê rêgeheke girîng kontrol kir
    Tarîfa veşarî ya McDonald'sê li ser medya civakî hat parvekirin
    Rûsan li Sûriyê sîstemeke nû ya ragihandinê bikar anî
    Lîsteya maldariya FARCê hat eşkerekirin
    Nêçîrvan Barzanî: Em bi we nêzîkî xewna serxwebûnê dibin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de