04:22 21 Îlon 2017
Zindî
    PDKÎ - Pêşmergeyên Kurdistana Îranê

    Li Hewlêrê 4 navendên partiyên Kurd hatin şewitandin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Li devera Balekayetî ya bajarê Hewlêrê, piştî bûyera kuştina 2 hemweletiyan di encama aloziya navbera partiya Komeleya Şoregêrên Zehmetkşên Kurdistana Îranê de, 4 baregehên partiyên Kurd ji aliyê xelkê deverê ve hatin şewitandin.

    Li gor nûçeyan roja înê 25ê Tebaxê, di navbera pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û çend xortên devera Balekayetî de alozî derket.

    Bi derketina aloziyê re çek hatin bikaranîn û bi teqekirina pêşmegeyên Komeleyê re, 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

    Piştî wê bûyerê hejmarek xelkê sînorê devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve êrîşî baregehên çend partiyên Kurdên Îranê kir.

    Li gor nûçeya Rûdawê di encama êrîşa xelkê Balekatiyê de, baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-HDK), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ-HDKA), Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgêran hatin şewitandin.

    Berpirsê Komîsyona Serbazî ya PDKÎyê, Rostem Cehangîrî jî ragihand: "Nabe ku em li hember hevwelatiyan sengerê bigirin û me ji pêşmergeyên xwe re gotiye, ku baregehên xwe vala bikin û biterikînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê li Deyr ez Zorê rêgeheke girîng kontrol kir
    Tarîfa veşarî ya McDonald'sê li ser medya civakî hat parvekirin
    Rûsan li Sûriyê sîstemeke nû ya ragihandinê bikar anî
    Lîsteya maldariya FARCê hat eşkerekirin
    Nêçîrvan Barzanî: Em bi we nêzîkî xewna serxwebûnê dibin
    CNN: 2 ajanên ku dikirin diziya planên moşekan bikin hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de