17:23 26 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (290)
    0 109 0 0

    Dîrektorê Navenda Biryara Siyasî yê Bexdayê Hadî Jalo Maree, ragihand ku trafîka dîplomasiya Tirkiye û Îranê yên di demên dawî de, hewldanên paşxistina dîroka referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

    Dîrektorê Navenda Biryara Siyasî yê Bexdayê Hadî Jalo Maree serdana Serokê Serfermandarê Artêşa Îranê bo Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ku serdana Bexdayê û Hewlêrê û serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bo Enqereyê şîrove kir û destnîşan kir ku ev serdana dîplomasiyê hewldana paşxistina dîroka referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne.

    Maree ji ajansa Sputnikê re axivî û got: "Piştî serdana Mevlut Çavuşoglu bo Bexdayê, serdana Serokê Serfermandarê Îranê pêk hat. Fermandarê îranî di hevdîtina xwe yê li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de peymanek leşkerî mor kir. Ev peyman, îxtîmala operasyona hevpar li hemberî PKKê zêdekir."

    ‘RASTERAST PEYAM DAN KURDAN'

    Maree eşkere kir ku siyasedmedarên ku li hemberî pêkanîna referandûmê ku tê plankirin di 25ê Îlonê de pêk were, disekinin serdanan gelek watedar dibinin û wiha pê de çû: "Tirk, ereb û ereb dibe bertekên tund bidin, referandûmê û dibêjin ku gava Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne li gorî berjewendiyên kurdan e."

    ‘TIRKIYE, ÎRAN, SÛRIYE Û IRAQ AMADENE BI RÊYÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ REFERANDÛMÊ ASTENG BIKIN'

    Maree bal kişand ser ku Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq bi rêyên leşkerî û siyasî pêvajoya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê asteng bikin û kurdên ku ji bo referandûmê bibiryarên ji bo ji rewşa zehmet derbas bibin divê Barzanî tevdîran bigire.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (290)

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin
    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Etîketan:
    referandûm, kurd, Sputnik, Hadî Jalo Maree
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de