12:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Hêzen Pêşmergeyên Kurdistanê

    ‘Daxuyaniyên Heşdî Şebî puç in, ti hêz nikare referandumê asteng bike'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4610

    Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Westa Resûl di axaftina xwe de ragihand ku referandûma serxwebûnê dê li Kerkûkê jî were kirin û ti hêz nikare asteng bike.

    Fermandeyê Hêz Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başûrê Kerkûkê Westa Resûl di axaftina xwe de got: "Tenê hêzên Pêşmerge Kerkûk parastin û diparêzin, ji ber wê jî her kes û hêzek bixwaze li Kerkûkê aloziyan derxîne, em ê pêşiya wan bigirin. Referandum dê li Kerkûkê jî were kirin û ti kes û hêz nikare pêşiya wê yekê bigre, lê dema li ser cenazeyên me re derbas bibin wê çaxê dikarin."

    Resul di berdewamiya axaftina xwe de got: "Daxuyaniyên Heşdî Şebî yên derheqê referandumê pûç û ne mentiqî ne ji ber ku referandum li ti cihekî neyê kirin jî divê li Kerkûkê were kirin. Çimkî beriya her derî divê referandım li deverên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê bê kirin. Ji ber ku referandum li wan deveran qanûnî ye, ji xwe di madeya 140 ya Destûra Bingehîn ya Iraqê de jî hatiye gotin ku divê qedera van deveran bi referandumê were diyarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Pêşveçûna hêzên Heşdî Şebî ber bi Telaferê ve
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e
    Heşda Şebî: Emê beşdarî şerê Tilaferê bibin
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Fermandarê Hêza Pêşmerge, Westa Resul, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de