01:21 26 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Li Kerkûkê eşîrên mezin ê ereb piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Hat ragihandin ku derdora 100 serokeşîrên ereb û tirkmen ên Kerkûkê piştgiriya referandumê dikin û daxwaz dikin ku di Dewleta Kurdistanê de garantiya mafê wan hebe.

    Serokeşîrê Bîn Temîm Şêx Riyaz Elî ji erebên Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku di 25ê Îlonê de dengê "Erê" bidin û diyar dike ku berjewendiya wan li gel mayîna li Kurdistanê ye.

    Şêx Riyaz Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Erebên li Kerkûkê bila bawer bin û li benda guhertinên dîrokî bin, bawer bikin ku birayên me yên kurd, me ji guhertinan bêpar nahêlin. Em li gel referandumê ne û bi cidî hêviya me heye."

    Serokeşîrê Zengine Usman Axa jî dibêje: "Bangewaziya me ew bû ku werin li gel me bin, em hemû bira ne. Ti cudahiyek di navbera me de tine ye û ew ên ku ji bo me dikin, ji bo we jî dikin."

    Yek ji kesayetê tirkmen Cewt Axa jî got: "Çi kar hebe ji bo berjewendiya Kerkûkê, pêkhateyên wî bajarî piştgiriyê didin. Ew kesên ku ne li gel referandumê ne, guh didin çend welatan û xwediyê nêrînên xwe nîn in. Em gihiştin wê yekê ku referandum di berjewendiya Kerkûkê de ye."

    Bi heman mijarî:

    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Etîketan:
    Erebên Kerkûkê piştgiriya rewferandumê dikin, Usman Ax, Şêx Riyaz Elî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de