04:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Milîtanên DAIŞê

    15 milîtanên ku dixwestin birevin Sûriyeyê hatin desteserkirin

    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hat ragihandin ku 15 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ku dixwestin ji Telaferê birevin Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin desteserkirin. Zarokekî êzdî jî hat rizgarkirin

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di nava hefteyekê de zêdetirî 40 milîtanên terorîst ê DAIŞê ku hewl didan ji Telaferê birevin, ji aliyê Hêzên Pêşmerge û asayişê ve hatin desteserkirin. Zarokekî ji kurdên êzdî yê bi navê Ednan Îbrahîm di dema operasyona Asayişa Sinûneyê ya bi ser malbateke DAIŞê de hate rizgarkirin.

    Berpirsê Dijteror ê Asayîşa Rojavayê dicleyê Elî Ehmed Husên ragihand ku di operasyonê de 15 milîtanên DAIŞê ku yek ji wan biyanî û yên din jî ji bajarê Telaferê ne. Kesên ku hatine desteserkirin di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku milîtanê DAIŞê ne. Di operasyonê de zarokekî kurdê êzdî ku ji Til Qesebê ye hatiye rizgarkirin.

    Ednan Îbrahîm gihişte xizmên xwe, lê dayîka wî û xwişk û birayên wî hêj di destê DAIŞê de ne û niha xizmên xwe nas nake.

     

     

    Bi heman mijarî:

    8 gund hatin kontrolkirin û 59 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Ji 25 gumanbarên DAIŞê 6 ji wan hatin girtin
    Şerê di navbera HSDê û DAIŞê de dijwar bû: 35 kuştî
    Rûsya li Dêra Zorê konvoya DAIŞê bombebaran kir: 200 kuştî
    Amerîkayê lîsteya reş ya DAIŞê belav kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Pêşmerge, Elî Ehmed Husên, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de