08:16 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Silêmanî

    Tirkiyê dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Silêmaniyê sekinand

    Public Domain Pictures
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8402

    Piştî derxistina nûnerê YNKê yê Enqerê ji Tirkiyê Behroz Gelalî û girtina nûnertiya YNKê ya Tirkiyê, hat ragihandin ku Hikûmeta Tirkiyê ji bo demekê dayîna vîzeyê ji niştecihên Silêmaniyê re betal kiriye.

    Li gor jêderên medya balyozê Tirkiyê yê li Iraqê bi daxwaza hikûmeta welatê xwe bi fermî biryar da ku bo demekê vîzeyê nedin welatiyên bajarê Silêmaniyê.

    Sedema rawestandina dayîna vîzeyê wekî pirsgirêkeke siyasî hat nîşandan û hat diyarkirin ku dê ew pirsgirêk digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

    Jêderên Hikûmeta Tirkiyê wek sedema krîza dersînorkirina nûnerê YNKê ji Tirkiyê û betalkirina dayîna vîzeyê bo xelkê Silêmaniyê, piştgirîdana YNKê bo YPG û PKKê nîşan didin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê alarma êrîşê: Kuçeyên bajêr hatin girtin
    302 DAIŞî di 4 rojan de hatin kuştin
    Rûsyayê hişyarîya bicihkirina moşekên ‘Îskender’ da Amerîkayê
    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?
    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de