21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Barzanî bo Ewropayê: ‘Pirsa referandûmê li ser hemû pirs û kêşeyên din e’

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 1910

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê re civiya û got: “Referandûm pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên din e.”

    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja pêncşemê 24ê Tebaxa 2017an li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Patrick Simonnet û şanda ligel wî kir.

    ‘YE, PIŞTGIRIYÊ DIDE DÎYALOGA NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ'

    Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa referandûmê hatiye axaftin û Balyozê Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku hevsoz e ligel maf û daxwazên gelê Kurdistanê û helwesta Yekîtiya Ewropa palpiştîkirine li berdewambûna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

    Herwiha di hevdîtinê de behsa çend mijarên din û nêrînên li ser çawayiya miamelekirina ser pirsa referandûmê hatiye kirin.
    Balyozê YEyê li Iraqê Patrick Simonnet, piştevaniya Yekîtiya Ewropayê der biriye li her rêkeftinek ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin û ragihandiye ku Yekîtiya Ewropa amade ye ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan li ser vê mijarê.

    ‘REFERANDÛM WÊ TEKEZ LI 25Ê ÎLONA 2017AN BÊ KIRIN'

    Di daxuyaniyê hat eşkerekirin: "Her di vê civînê de di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku referandûm pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên din e. Her wiha got bi sedema ezmûna bêhejmar û binpêkirina şirîkatî û tewafuq û destûrê gelê Kurdistanê li gel Bexdayê gihîştiye, binbest û bêhêvî bûye û biryara referandûmê biryarekî rewa ye û li gel hîç yek ji prensîpên demokratîk û miroviyên serdem, nakok nîne û tekez jî li yekalîbûna biryara encamdana referandûmê li 25.09.2017 kir."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê alarma êrîşê: Kuçeyên bajêr hatin girtin
    302 DAIŞî di 4 rojan de hatin kuştin
    Rûsyayê hişyarîya bicihkirina moşekên ‘Îskender’ da Amerîkayê
    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Barzanî: Gelê Kurdistanê biryar daye ku ber serxwebûnê gavan bavêje
    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?
    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    YE, Kurdistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de