00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesud Barzani

    Barzanî: Gelê Kurdistanê biryar daye ku ber serxwebûnê gavan bavêje

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 28 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Balyozê Almanya û Balyozê Brîtanya yên li Iraqê re civiya. Barzanî destnîşan kir ku dê referandûm di dema xwe de bê kirin û got, ‘Gelê Kurdistanê biryar daye ber bi serbixweyîyê pêngavan biavêje.’

    Li gor daxuyaniya malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê, Barzanî di hevdîtina ligel Balyozê nû yê Almanyayê Cyrill Jean Nunn û şanda Almanî de, ji ber alîkariyên serbazî yên bo Pêşmerge spasî li şandeya mêvan kir.

    Barzanî behsa êş û azarên gelê Kurdistanê li dema şirîkatiya bi Iraqê re kir û li ser referandûmê got, "Ev ne biryara kesek yan aliyekî ye, belku maf û biryara hemû takekesên hemwelatiyên Kurdistanê ye û nabe xelkê Kurdistanê ji wê mafê were bêbeş kirin û referandûm di dema xwe de tê encamdan."

    Barzanî herwiha destnîşan kir ku ew dê ligel Bexdayê rêya aştiyane û diyalogê berdewam bikin.

    'GELÊ KURDISTANÊ BIRYAR DAYE BER BI SERXWEBÛNÊ GAVAN BAVÊJE'

    Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Frank Baker de ku heman rojê 24ê Tebaxê pêk hat de jî pêşhatên siyasî yên dawî yên li qada Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir û di derbarê pirsa referandûmê û egerên piştî referandûmê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê ji bilî tekezkirina li têgihîştina welatê xwe ya ji bo mafên gelê Kurdistanê helwesta welatê xwe ya di derbarê dema birêveçûna referandûmê bi Barzanî gihand.

    Di daxuyanîya serokatiyê de hat gotin: "Her di vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser biryara encamdana referandûmê û di dema xwe ya diyarkirî û berdewambûna proseya guftûgoya li gel Bexda li ser wê pirsê kir û bi eşkere wan sedeman xisterû ku hana gelê Kurdistanê daye berev serbixweyîyê pêngavan biavêje."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?
    Çavuşoglu di mijarên Iraq û Sûriyeyê de bi Tillerson re hevdîtin pêk anî
    Çermespiyek ji ber kuştina çermereşan bi derziya jehrîn tê îdamkirin
    Mesrefê makyaja Macronî di nav 3 mehan de 26 hezar euro ye
    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de