13:28 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Misilman

    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?

    © AFP 2017/ J.P. MOCZULSKI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7010

    Serokê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Dr. Ebdula Seîd bersiv da muftiyê Iraqê ku dijîtiya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiribû.

    Serokê Yekitiya Zanayên Kurdistanê Dr. Ebdula Seîd roja 24ê Tebaxê ji malpera zanayên olî re ragihand, "Wek Yekitiya Zanayên Kurdistanê ew li bendê bûn piştî daxuyaniya Yekitiya Zanayan wek bersivek ji muftî û gotinên wî re bê dayîn."

    'EM LI BENDÊ BÛN KU DENGÊ XWE LI HEMBERÎ KARÊN DIJMIROVÎ BIKIRINA'

    Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst bû muftî xwe ji lîstokên siyasî rizgar bike û saziyên olî nexe bin bandora siyasetê. Bi taybetî ku lîstokek dijî hêvî, awat û mafê gelekî ku zulm lê hatiye kirin û mafê wî hatiye xwarin. Em li bendê bûn ku dengekî baş heba dijî wan karên derveyî mirovahiyê yên hikûmeta Iraqê ku qut û xwarina bi sedan hezar xelkê feqîr û hejar ên Kurdistanê biriye."

    'PÊWÎST BÛ MUFTÎ BIFIKIRE BÊ ÇIMA KURD NEÇARÎ VÊ GAVÊ BÛNE'

    Dr. Ebdula da xuyakirin: ‘'Em li bendê bûn muftiyê Iraqê dengekî merd bûya ji bêxemiya hikûmeta Iraqê re ku heta niha ne amade ye mûçe û qutê sedan hezar Pêşmerge bide. Ku ew jiyana xwe û xwîna xwe li Iraqê dirijînin li dijî teror û terorîstan şer dikin. Pêwîst bû muftî li ser vê bifikirî be, gelo Kurdistan çima naçarî vê gavê hate kirin.''

    'DIVÊ SAZIYÊ OLÎ DI PIRSÊN SIYASÎ DE HIŞYAR BIN'

    Serokê Yekitiya Zanayên Kurdistanê got: ‘'Pêwîst e saziyên olî hişyar bin di danûstandina ligel pirsên siyasî de, bi taybetî xwe neavêjin nav hin rikeberiyên siyasî ku ne diyar in, ji bo ku ziyaneke mezin nedin navûdengê saziya xwe.''

     

    Bi heman mijarî:

    Çermespiyek ji ber kuştina çermereşan bi derziya jehrîn tê îdamkirin
    Mesrefê makyaja Macronî di nav 3 mehan de 26 hezar euro ye
    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    "Gola Sor" a tûj û şor a li herêma Altay a Rûsyayê
    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de