17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 41 0 0

    Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê Mesûd Cezayirî ragihand ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê ji bo parçekirina welatên herêmê ye û ji ber wê yekê Îranê li dijî vê referandûmê derdikeve.

    Mesûd Cezayirî di derbarê pêwnediyên di navbera Îran û Tirkiyeyê û serdana Serfermandarê Artêşa Îranê bo Tirkiyeyê de axivî û ragihand ku, "Serkevtinên hikûmeta Iraqê û Sûriyeyê li dijî terorîzmê û li beramber şerê bi wekaletê Amerîkayê li herêmê bûye sedema wê yekê ku peyama aştîxwazî ya Îranê baştir were bihîstin."

    Cezayirî tekez kir: "Bi wateyeke din, hinek ji welatên herêmê ji wê yekê têgihîştin ku hevkariya bi amerîkiyan re ti sûdek ji wan re nîne."

    Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê destnîşan kir ku welatên cîran divê wê yekê qebûl bikin, ku gelê Iraqê û Sûriyeyê mafê wan e ku biryarê li çarenivîsa xwe bidin.

    ‘REFERANDÛM BERDEWAMIYA SIYASETA AMERÎKAYÊ YA LI HERÊMÊ YE'

    Cezayirî herwiha amaje bi referandûma Herêma Kurdistanê jî kir û got: "Bi nêrîna me, ew referandûm pêngavek ji berdewamiya siyasetên giştî yên Amerîkayê ji bo parçekirina welatên herêmê ye û em li dijî vê pêngavê ne."

    Îranê pêştir ji zarê çendîn berpirsên xwe yên pilebilind ve aşkere kiriye, ku li dijî sazdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku biryara referandumê betal bikin, lê belê Herêma Kurdistanê ew daxwaza Îranê red kiriye.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    Etîketan:
    herêm, referandûm, siyaset, Mesûd Cezayirî, iran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de