13:27 20 Cotmeh 2017
Zindî
    YNK

    Sedema qewirandina nûnerê YNKê ji Tirkiyeyê eşkere bû

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Hikûmeta Tirkiyeyê nûnerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê li Enqereyê Behroz Gelalî ji welatê xwe qewirandibû. Hate ragihandin ku çend welatiyên Tirkiyeyê ji aliyê endamên PKKê ve li Silêmaniyeyê hatine rewandin û ji ber vê yeke jî Gelalî ji Tirkiyeyê hatiye qewirandin.

    Çavkaniyekê nêzîkî YNKê ji Kurdistan 24ê re ragihandiye ku, "sedema qewirandina nûnerê YNKê Behroz Gelalî, çend welatiyên Tirkiyeyê ku ji aliyê endamên PKKê ve li Silêmaniyeyê bo bibin Qendîlê revandine ye."

    Ji aliyê din ve Gelalî ji PUK medyayê re eşkere kiribû ku di vê demê dawiyê de hikûmeta Tirkiyeyê jê re got di heyama sê rojan de divê ku tu nivîsgeha Nûnertiyê yê li Enqareyê bigrî û vegerî welatê xwe.

    Herwiha Gelalî piştî ku gihît Silêmaniyê di civîna rojnamevanî de destnîşan kir ku hikûmeta tirk ew agahdar kiriye ku eger cudehiyên li Silêmanî çareser nabin nivîsgeh nayê vekirin, Gelalî di berdewamiya axaftinê xwe de balkişan ser sedema girtina nivîsgehê ku ji ber têkildariyên bi hêz di navbera HDP û YNKê ye ye.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye nûnerê YNKê Behroz Gelalî ji Enqereyê qewirand
    YNKê parlamneterê ku beşdarî kampanyaya ‘Na' bû ji partiyê dur xist
    Ji Goran û YNKê bo referandumê daxuyaniyek girîng
    Berdevkê nû yê YNKê diyar bû
    Ji YNKê bo Amerîkayê: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê gelê kurd e
    Ji Cîgirê Serokê YNKê Mele Bextiyar bo rêvebiriya Bexdayê peyvên giran
    Etîketan:
    sedem, qewirandin, PKK, nûner, K24, Behroz Gelalî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de