09:13 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

    Barzanî bo Wezîrê Tirk: Şirîkatiyê şikest anî, em û Iraqê dikarin bibin du cîranên baş

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8211

    Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyek weşand.

    Barzanî di axaftina xwe ya digel Çavuşoglu de behsa dostanî û pêwendiya baş ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kir û li ser mijara referandûmê got, "Bryara gelê Kurdistanê mafekî demokratî û aştiyane û sirûştî ye. Madem şirîkatiyê şikest anî Iraq û Kurdistan dikarin wekî du cîranên baş ligel hevdu bijîn."

    Barzanî herwiha bal kişand ser ku ezmûna salên derbasbûyî nîşan daye ku Kurdistan faktora aramî û aştiyê ye li herêmê.

    Çavuşoglu jî ji Barzanî re diyar kir ku Tirkiye amade ye ji bo çareserkirineke navdewletî ya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê beşdar bibe û nîgeraniya xwe ya ji bo dema referandûmê anî ziman.

    Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku pêwendî û şêwra Tirkiye û Herêma Kurdistanê berdewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin
    ‘Plana me ya ku em leşker bişînîn Sûriyê nîne’
    Li Antalyayê 12 HDPyî hatin girtin
    Encûmena Referandûmê 7 xal ragihandin: Li Hewlêrê konferansek tê lidarxistin
    Wezîrê Tirk Çavuşoglu li Hewlêrê bi Barzanî re civiya
    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî
    Etîketan:
    IRAQ, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de