17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr - Erbîl - Ala Kurdistanê - Balon

    Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 19 0 0

    Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li nivîsgeha Misirê Şêrko Hebîb ji Spûtnîkê re axivî û got, ‘Referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê nayê paşxistin.’

    Hebîb bersiv da pirsên Spûtnîkê û li ser referandûmê got, "Kurdên li Misirê li benda vê referandûmê ne. Ger bi înîsîyatîfa Iraqê rêkeftinek hatibe kirin, ev tenê manewrayeke siyasî ye. Lewra Kurd baş dizanin ku destûra Iraqê bi destê dewleta Iraqê hatiye binpêkirin. Lewma jî bawerî bi peymanên ligel Iraqê nayê."

    'DEWLETA SERBIXWE YA KURDAN JI BO WELATÊN DIN NABE GEF'

    Hebîb, dewletên hebûna Kurdan li wan heye û dibêjin, ‘dewleta serbixwe ya Kurdan ji bo wan xeter e' rexne girt û wiha dewam kir:

    "Ev nêzîkatiyeke ne rast e. Dê Kurdistana Serbixwe ti dewletan neke armanc. Berevajî wê, dê bi Iraqê re pêwendiyên baş saz bike û dê li tevahiya herêmê rageşî kêm bibe."

    Rêveberîya Herêma Kurdistanê amadekariyên referandûmê bilez didomîne û pisuleyên dengan jî ji bo referandûma 25ê Îlona 2017an bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî amade kirine.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ‘Plana me ya ku em leşker bişînîn Sûriyê nîne’
    Li Antalyayê 12 HDPyî hatin girtin
    Wezîrê Tirk Çavuşoglu li Hewlêrê bi Barzanî re civiya
    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Li Kurdistanê erdhejeke bihêz: Li 12 navendan bandor kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de