19:23 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê

    Encûmena Referandûmê 7 xal ragihandin: Li Hewlêrê konferansek tê lidarxistin

    © Foto: Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê (KRG)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 5010

    Encûmena Bilind a Referandûmê bi Serokatiya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl civiya. Di encama civînê de hat ragihandin ku Encûmena Bilind a Referandûmê ji bo rojnamevan, nivîskar û wêjevanan li Herêma Kurdistanê konferansek bi zimanê erebî were lidarxistin.

    Di dawiya civîna ku ro Çarşemê — 23yê Tebaxê li bajaroka Selaheddîn hat kirin de, 7 biryar hatin wergirtin.

    Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya encamdana civîna Encûmena Referandûmê weşand ku tê de 7 xalên di civînê de hatine gotûbêjkirin û biryar li ser wan hatiye dayîn, hatin destnîşankirin.

    Di civînê de naveroka serdana Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û helwestên herêmî û navdewletî yên li ser referandûmê hatin guftûgokirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî guftûgoyên şandeya danûstandinkar a Encûmena Bilind a Referandûmê û hevdîtinên aliyên siyasî û balyozxaneyan li ser 7 xalan biryar hatiye wergirtin.

    7 XALÊN DAXUYANIYA ENCÛMENA REFERANDÛMÊ WIHA NE:

    Yekem: Civînê de pêzanînên xwe ji bo kar û eday yekgirtiya şanda danustandinkara li Bexda hebû û tekez li ser berdewamiya guftûgo û danustandina li gel Bexda ya di derbarê referandûm û paşaroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
    Dûyem: Dirustkirina komîte û rêwşuwênên praktikiyên proseya referandûm bi leztir bê kirin ji bo encamdana di dema xwe da û ragihandin û şiyana partiyan ji bo palpiştîkirina referandûmê de hemaheng bin.

    Sêyem: Di civînê de piştgîriya xwe li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaksazî û li ber girtina rêwşûwênên pêwîst ji bo baştirkirina mûçe û rewşa guzeraniya hemwelatiyan dûpat kir.a

    REFERANDÛM HÎÇ BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER ŞERÊ DAIŞÊ NAKE

    Çarem: Encûmena Bilinda Referandûmê ji bilî tekezkirina li mafê rewayê gelê Kurdistanê li diyarkirina çarenivîs, têgihîştina tevahiya helwestên navdewletî heye li beranber referandûmê û eve dûpat dike ku referandûmê hîç bandoreke neyînî li ser şerê Da'îşê de nabê û gelê Kurdistanê li sengerê pêş ya şerê terorê de dimîne û li gel hevpeymanan li şerê terorê da amade ye hemû cûre hevkarî û hemahengî û guftûgoyê ye.

    KURDISTAN SOZ DIDE MAFÊ HEMÛ PÊKHATEYAN BIDE

    Pêncem: Civînê de baweriyeke tevahî bi şeraketa rasteqîneya pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê heye û piştgîriya hemû cûre mîsogeriyek dike ji bo desteberkirina mafên wan.

    WÊ ENCÛMENA BILIND A REFERANDÛMÊ ŞANDEYA DANUSTANDINKAR BIŞÎNE WELATÊN CÎRAN Û CÎHANÊ

    Şeşem: Pêkanîn û şandina şanda danustandinkar ji bo welatên cîran û cîhanê bixe bernameyê karê Encûmena Bilinda Referandûmê.

    JI BO REFERANDÛMÊ KONFERANSEK TÊ SAZKIRIN

    Heftem: Di demeke nêzîk da li ser prensîpên demokratiyan û mafê çarenivîsa xwe konferansek ji bo nivîskar û edîb û rojnamevanên navçeyê û Rojhilata Navîn bi zimanê Erebî li Herêma Kurdistanê bê saz kirin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên bobelatê gihîşt 499 kesan
    Li Cizîrê di nav wesayîtekê de cewrikê şêr hat desteserkirin
    Li Kurdistanê erdhejeke bihêz: Li 12 navendan bandor kir
    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî
    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da
    Rûsya: Navenda çavderiyên bo herêmên kêmkirina rageşiyan dest bi xebatên xwe kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de