17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Wezîrê Tirk Çavuşoglu li Hewlêrê bi Barzanî re civiya

    © REUTERS/ Yiannis Kourtoglou
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku ji bo serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê derketibû rê, piştî hevdîtinên xwe yê li Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.

    Hat zanîn ku Çavuşoglu li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê daniye û gihîştiye paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê.

    Çavuşoglu piştî ku gihîşt Hewlêrê derbasî nivîsgeha serokatiya Herêma Kurdistanê bû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat ba hev.

    Hat ragihandin ku Çavuşoglu piştî civîna bi Barzanî re, çaverê ye bi Serokê Komeleya Îslamî Elî Bapîr re jî hevdîtinekê pêk bîne.

    YEK JI MIJARA CIVÎNÊ REFERANDÛM E

    Berî niha di medya Tirkiyê de jî hatibû ragihandin ku dê Çavuşoglu piştî hevdîtinên digel rayedarên Iraqê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û li Hewlêrê jî bi berpirsên hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê re bicive.

    Tê çaverêkirin Çavuşoglu nerazîbûna xwe ya bo sazdana referandûma serxwebûnê bigihîne rayedarên Herêma Kurdistanê ku îro 23yê Tebaxê di civîna hevbeş ya digel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî de jî referandûm wekî biryarek şaş şîrove kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên bobelatê gihîşt 499 kesan
    Li Cizîrê di nav wesayîtekê de cewrikê şêr hat desteserkirin
    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Erdogan ji ber alîkariya Amerîka ya bo YPGê bertek nîşanî Mattis da
    Tirkiye: Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em amade ne bi Iraqê re kar bikin
    Netenyahu li gel Pûtîn gazin ji Îranê kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de