09:04 22 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Ji Waliyê Kerkûkê daxuyaniyek balkeş: Bi şertekî ala Kurdistanê tê daxistin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18040

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji bo biryara Dadgeha Iraqê ku li bajarê Kerkûkê ala Kurdistanê were daxistinragihand ku tenê bi şertekî al tê daxistin.

    Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Biryara Dadgeha Iraqê ti bandorê li ser bilindkirina ala Kurdistanê nake. "Tenê bi şertekî ala Kurdistanê dê were daxistin, heke al kevn bibe an jî alake nû were çêkirin."

    5 endamên fraksiyona tirkmenan ji bo bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê li Dadgeha Karîgerî ya Iraqê gilî kiribûn. Dadgehê jî giliya tirkmenan di cîh de dîtibû. Lê Fraksiyona Biratî ku piraniya kursiyan di destê wan de ye û piraniya wan jî kurd in, dibêjin ku ev biryar ya gelê Kerkûkê ye û biryara dadgehê jî ti bandorê li biryara wan nake.

    28ê Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar dabû ku li ser avahiya parêzgehê û fermangehên hikmî ala Kurdistanê were bilindkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Etîketan:
    Li Kerkûkê bilindkirina ala Kurdistanê, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de