23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdistan

    ‘Serkeftina referanduma serxwebûnê dê bibe defakto'

    © AFP 2017/ Fabrice Coffrini
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 72 0 0

    Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku ger em referandumê bikin û serbikevin dê bibe defakto.

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK)
    Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, panêlek derbarê referandum û serxwebûnê de bi navnîşana Encamên Referandumê Weke Pêngaveke Bo Serxwebûnê hat sazkirin. Di vê panêlê de, hejmarek berpirs û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê û ji wan Sekreterê Polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre û herwiha hejmarek akademîsiyen û mamostayên zanîngehê amade bûn.

    Fazil Mîranî di axaftina xwe ya panele de got: "Her dema ku Kurdistan bû dewlet, her weke cenosîda Holokost a cihûyan bi destê naziyan, ku cihûyan piştî damezrandina dewleta Îsraîlê îtîraf pê hat kirin, em jî dê qerebûya cenosîdên Kurdistaniyan werbigirin, ku ew yek naskirina cenosîdê ji aliyê dewletan ve ye, çimku dewletên cîhanê berjewendiyên wan pêş prensîpên wan in û ew jî tişteke asayî ye."

    Mîranî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger em referandumê bikin û em serbikevin, dê bibe defakto û dewletên din jî dê serederiyê pê re bikin."

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe
    Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin
    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye
    Eşîrên ereb: Pêşeroja me bi Kurdistanê ve girêdayî ye
    Îsraîl: Roja serxwebûna Kurdistanê dê bibe kêfxweşiya me jî
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, PDK, Fazil MiranÎ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de