22:47 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bo Mattis: Divê ji bo paşxistina referandûmê bedêleke bihêztir hebe

    © Foto: presidency.krd (SHK)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (294)
    0 63 0 0

    Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis daxuyanî da.

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK)
    ‘'AMERÎKA REFERANDÛM PÊŞBÎNÎ NEDIKIR'

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Wezîrê Amerîkî kêfxweşiya xwe ya bo berdewama danûstandinên Hewlêr û Bexdayê aniye ziman û li ser nîgeranîya Amerîkayê bo encamdana referandûmê daye zanîn: "Referandûm dûr bû li pêşbîniyên wan. Amerîka wiha pêşbînî dike ku reng e ew proses astengî li ber şerê DAIŞê dirust bike û kêşe jî ji bo karê hevbeş yê her du aliyan di şerê terorê de dirust bike."

    ‘DIVÊ BEDÊLEKÎ BIHÊZ Ê PAŞXISTINA REFERANDÛMÊ HEBE'

    Barzanî li beramber daxwazên Mattis ên paşxistina referandûmê diyar kir, ‘referandûm li ber şerê DAIŞê nabe asteng' û got, "Her daxwaziyeke ji bo paşxistina referandûmê divê bedêla xwe hebe ku ew bedêl jî divê bihêztir be ji amraza referandûmê."

    ‘REFERANDÛM JI ŞERÊ TERORÊ RE NABE ASTENG'

    Barzanî herwiha bi bîr xist, "Referandûm babeteke ne şexsî ye û mafê gel e û li gel hîç ji prensîbên mafê mirovan û demokrasiyê nakok nîne û bi tu awayekî kêşe ji bo şerê terorê dirust nake."

    ‘EM DIXWAZIN WEK DU CÎRANÊN BAŞ LI TENIŞT HEVDU BIJÎN'

    Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, "Yekgirtina bi zorê tu demekê serkeftî nebûye û me yekgirtina arezûmendane hilbijart, bi merca şirîkatiyê lê belê ji ber ku şirîkatî serî negirt, bi navê rêgirtina kêşeyên kûrtir em dixwazin wekî du cîranên baş li tenîşt hevdu bijîn."

    Barzanî tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bi şêwazê aştiyane û dûrî tundutîjiyê ji bo mîsogerkirina mafên xwe li ber girtiye û dixwaze ji bo her du alî wekî cîran bijîn danûstandinan ligel Bexdayê berdewam bike.

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku şanda Amerîka û Herêma Kurdistanê li ser berdewama pêwendiyên her du welatan lihev kirine.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (294)

    Bi heman mijarî:

    Deriyên Koşka Spî ji ber çenteyekî biguman hatin girtin
    Barzanî û Mattis li ser 3 mijarên sereke gotûbêj kirin
    Artêşa Iraqê 3 gundên Tileferê rizgar kirin
    Neteweyên Yekbûyî êrîşa Reqayê ku bû sedema kuştina sivîlan şermezar kir
    Enqerê bersiva Berlînê da: Nayê qebûlkirin
    Barzanî û Senatorê Komarîxwaz civiyan: Dê biryara Kurdan bigihîne Amerîkayê
    Civîna Barzanî û Mattis bidawî bû
    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Etîketan:
    IRAQ, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de