10:36 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî û Mattis li ser 3 mijarên sereke gotûbêj kirin

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Şêwirmend û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku di hevdîtina Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li ser 3 mijarên sereke gotûbêj hatiye kirin.

    Şêwirmend û Alîkarê Barzanî, Hemin Hewramî da xuyakirin ku li ser mijara referandûmê hatiye axaftin û li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê naveroka hevdînê de wiha got: "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis di civîna îro de behsa sazdana referandûma serxwebûnê, şerê li dijî DAIŞê û berdewamiya diyaloga bi Bexdayê re kirine."

    Li gor çavkaniyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser pêkanîna referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê, di navbera aliyan de têgihîştineke baş hebûye.

    Wezîrê Amerîkayê Mattis 22yê Tebaxê piştî serdana Bexdayê gihîştibû Hewlêrê û digel şandeke bilind bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê re civiya bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê 3 gundên Tileferê rizgar kirin
    Neteweyên Yekbûyî êrîşa Reqayê ku bû sedema kuştina sivîlan şermezar kir
    Enqerê bersiva Berlînê da: Nayê qebûlkirin
    Barzanî û Senatorê Komarîxwaz civiyan: Dê biryara Kurdan bigihîne Amerîkayê
    Civîna Barzanî û Mattis bidawî bû
    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de