04:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkayê Ralph Abraham serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

    Barzanî û Senatorê Komarîxwaz civiyan: Dê biryara Kurdan bigihîne Amerîkayê

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkayê Ralph Abraham serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

    Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) ragihand, senator Abraham di hevdîtinê de, pesnê mînaka pêkvejiyanê ya li Kurdistanê daye û ji bo şerê dijî terorîstan ê Pêşmerge spasî li Barzanî kiriye.

    Li gor daxuyaniyê senatorê Amerîkî di hevdîtinê de got, "Gelê Amerîka gelek bi başî li xebat û daxwazên gelê Kurdistanê têdigihe û palpiştiya wê dike."
    Abraham herwiha diyar kir ku ew dê piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam bikin, ji ber ku Kurdistan ew navçeya aram e ku bûye sengerekî bi hêz ya Amerîka û cîhanê di şerê terorîstan de.

    Senatorê Amerîkî soz da ku rastiyên Kurdistanê wekî xwe bigihîne bilindtirîn asta siyasî ya Amerîkayê.
    Barzanî jî di hevdîtinê de ji bilî serkeftinên di şerê DAIŞê de, behsa dîroka hevbeş a gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û balkişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê piştî qurbanîdana bê sînor û ceribandina çendîn ezmûnên tehl û pir bi êş ji mayîna çarçêweya vê dewletê bêhêvî bûye.

    Barzanî ji senatorê Amerîkî re li ser referandûma 25ê Îlon3e destnîşan kir ku gelê Kurdistanê biryar daye mafê xwe yê siruştî yê biryardanê bikar bîne û ji wî mafê xwe paşve nakişe, eger mîsogeriyeke mezintir li referandûmê de ji bo gihîştina serbixweyiyê hebê.

    Li gor daxuyaniyê li ser wê yekê hat rawestîn ku li dîroka siyasiya nû de hîç yekgirtineke bi zorê heta dawiyê serî negirtiye.

    Barzanî di dawiya hevdîtinê de, daxwaz kir ku her du alî ligel Kongresa Amerîka di peywendiyeke de berdewam de bin û spasî ji bo serdana Ralph Abraham ya ji bo Kurdistanê jî kir û xwest rastiyan wekî xwe bigihîne.

    Bi heman mijarî:

    Bi navgîneke hewayî xelat bi bûkê ve kirin
    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe
    Li navçeya Geverê teqîn
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de