14:42 22 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Civîna Barzanî û Mattis bidawî bû

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û şanda digel re ku li Hewlêrê dihat kirin, bidawî bû. Hat ragihandin ku dê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser encamên civînê daxuyaniyekê bide.

    James Mattis piştî hevdîtinên Bexdayê hatibû Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

    Di civîna îro danê êvarê ya li bajaroka Pîrmamê pêk hat de, Barzanî û James Mattis hatin ba hev.

    Di civînê de Nûnerê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, Fermandeyê Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsilê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bûn.

    Ji Herêma Kurdistanê jî Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Hisên, Şêx Cafer, Serbest Lezgîn, Roj Nûrî Şawês, Kerîm Şingalî, Felah Mistefa û Qubad Talebanî beşdarî kirin.

    James Mattis li Bexdayê jî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî bû.

    Wezîrê Amerîkî Mattis piştî Hewlêrê tê çaverêkirin serdana Tirkiyê û Ukraynayê jî bike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Mihafizên Şoreşa Îslamê ya Îranê: Îran bi Tirkiyeyê re plana operasyonên li dijî PKKê nake
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Bi navgîneke hewayî xelat bi bûkê ve kirin
    Li navçeya Geverê teqîn
    Şirketa çekan a Rûsyayê: ‘Bi Tirkiyê re peymana S-400an neket pratîkê’
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de