23:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11030

    Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYDyê Salih Muslim ragihand ku ew rêzê li biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê digirin.

    Muslim ji ajanseke nêzikê PKKyê re axifî û derbarê referamdûma serxwebûna Kurdistanê de got: Referandûm meseleyek navxweyî ya Herêma Kurdistanê ye. Wan berî niha jî gelek caran diyar kirine ko ew rêzê li vîna xelkê Herêma Kurdistanê digirin. Lê niha li Herêma Kurdistanê pir problem hene. Hin herêm hê bi ser Kurdistanê ve ne an na ne diyar e. Dijmin jî jixwe hazir e û di kemînê de ne, lê dîsa jî em ê her demê ji vîna gelê wir re hurmetdar bin.

    ‘GELÊ KURD WÊ MAFÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK BI DEST BIXE'

    Muslim têkildarî rewşa Kurdan a li Rojava jî got ku, "Projeya me, projeya Sûriyeya Demokratîk e. Di vê projeyê de tenê Kurd tune, gelên din jî hene. Pergaleke demokratîk tê avakirin û ev proje wê li temamî Sûriyeyê were belavkirin û wê Kurd jî mafên xwe bi dest bixin."

    ‘TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE, WÊ TÊK BIÇE'

    Muslim plana Tirkiyeyê ya ku dixwaze êrîşî Efrînê jî bike nirxand û wiha pê de çû: "Heke êrîş bikin wê têk biçin. Efrîn wê heta dawiyê li ber xwe bide û wê ne kêmî Kobanî be. Ji xwe niha li Şehbayê berxwedan didome. Li wê derê jin, ciwan şer dikin. Divê Tirkiye vî tiştî bibîne ku Efrîn ne li hemberî tu kesî ye. 5,6 sal in gulle bera tu aliyan nedaye. Heke êrîşî Efrînê bikin, wê têk biçin."

    Bi heman mijarî:

    Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin
    Muslim: Tirkiye li Amerîkayê pereyekî zêde ji bo me xerc dike
    Muslim: Temasên me NYyê re berdewam dikin
    Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê
    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    Etîketan:
    rêz, serxwebûn, referandûm, Salih Muslim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de