23:03 20 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Bexda hemû pereyên xwe li dijî kurdan bikar tîne

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî careke din tekez kir ku paşxistina referandûmê ne di berjewendiya Kurdistanê de ye û got: "Hinek dibêjin referandûm ne di berjewendiya we de ye. em jî dibêjin paşxistina referandûmê ne di berjewendiya Kurdistanê de ye."

    Barzanî îro li Hewlêrê di civîna li gel pêkhateyên kidanî, aşûrê, kakeyî û tirkmenan de axivî û got: "Biryara referandûmê biryareke bi wêrekî bû. Gelek metirsîdar e eger em li hêviya Bexdayê bimînin û referandûmê nekin. Divê kurd xwe ji dudiliya li gel Bexayê rizgar bikin."

    "DESTÛRA IRAQÊ JI BO CIHÊBÛNÊ RÊ DIDE ME"

    Serokê Herêma Kurdistanê wiha pê de çû: "Kurdan biryar da ku li gel Iraqê rûpeleke nû vekin. Lê mixabin, ser hizir û aqliyeta hikûmraniya Iraqê li Bexdayê nehate guhertin. Ez bawer dikim, ku dê paşerojê de ji me bixwazin ku em hêzên xwe vekişin ser xeta kesk a sînorên serdema Saddam Hiseyn."

    Barzanî destnîşan kir: "Em dixwazin li gel Bexdayê li ser hîmê ji hev fêmkirinê pirsgirêkan çareser bikin da ku her du alî jî bêhna xwe vedin. Destûra Iraqê ji bo cihêbûnê rê dide me."

    Barzanî got: "Bexdayê hemû pareyê xwe da agir û hesin û li dijî kurdan bikar tîne. Rêkeftina me hebû ku çek û pereyan ji bo pêşmerge dabîn bikin. Lê tenê fîşekek û dînarek jî nedane pêşmerge. Ezmûnên li gel Bexdayê qet serkeftî nebûn."

    Bi heman mijarî:

    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Etîketan:
    kurd, referandûm, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de