17:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    Piştî rizgarkirina Şingalê 11 hezar malbat vegeriyan warên xwe

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hat ragihandin ku piştî rizgarkirina herêma Şingalê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê 11 hezar malbat vegeriyan cih û warên xwe.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, rêvberê nahiya Sinûnê Seydo di axaftina xwe de ragihand ku heta niha 11 hezar malbat vegeriyane Sinûn û Şingalê û di demek kurt de wê bi sedan malbatên din jî vegerin.

    Seydo Çeto di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî li ser çiyayê Şingalê alîkariya malbatên ku vedigerin dike. Heke hêzên neqanûnî ji Şingalê derkevin dê tevahiya xelkê wir vegerin malên xwe û roja referandumê jî dê bi hêsanî dengê xwe bidin."

    Çeto di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Ji roja ku DAIŞê êrişî devera Şingalê kiriye û heta niha hikûmeta Iraqê yek dînar jî bo me xerc nekiriye, çi hatibe kirin ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatiye kirin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
    Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
    DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
    'Fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê: Em ê nehêlin ku Şingal bibe Qendîla duyemîn'
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Şingal û Rojava bombebaran kirin
    Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Rêvebirê herêma Sinûnê, Seydo Çeto, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de