23:01 20 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Duran Kalkan li dijî biryara referandumê derket û got: Ev propaganda ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25231

    Endamê rêvebirê PKKê Duran Kalkan di axaftina xwe ya ji bo referandumê de got: "Mijara referanduma serxwebûnê tenê propaganda ye."

    Li gorî nûçeya NewsChannela nêzî PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe de got: "Li Herêma Kurdistanê nîqaşa referandumê wekî propagandayekê xistin rojevê û bi vê yekê hewl didin ku bandorê li hin derdoran bikin û li dijî wan wekî propagandayê bi kar bînin."

    Duran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de rexne li biryara referandumê digre û dibêje: "Kî biryara vê referandumê dide? Sîstemeke ku referandumê dike, demokrasiyeke ku bi rê ve diçe nîne. Rêveberiyekê biryar standiye, lê ew rêveberî erkê ji kê digire? Sîstema ku erkê jê digire, dikare bi rê ve bibe? Ti ji van nîne. Ji aliyê civaka Kurd ve hatiye erêkirin? Ji aliyê siyaseta demokratîk a li çar parçeyan ve hatiye erêkirin? Kongreya neteweyî hatiye avakirin? Kî biryarê li ser vê referandûmê dide? Gotina 'ez ê bikim' xuyaye karê propagandayeke teng e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    Duran Kalkan: Gelek hêz daxwaza agirbestê li me dikin
    Duran Kalkan: Di pakêta Binali Yildirim de tiştekî nû nîne
    Duran Kalkan: Kiliçdaroglu “sîxur” e
    Duran Kalkan: Rakirina parêzbendiyan wê dawiyê li siyasetê bîne
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, PKK, Duran Kalkan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de