10:33 20 Îlon 2017
Zindî
    Civîna Mesûd Barzanî ligel nûnerên eşîrên ereb ên Nînowayê

    Eşîrên ereb: Pêşeroja me bi Kurdistanê ve girêdayî ye

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Serok hoz û kesayetên berniyas ên eşîrên ereb ên Xaneqîn, Gulale, Sediye, Mendelî, Bedre, Cesan û Xurmatûyê ji bo piştgiriya referandumê çûne Silêmaniyê.

    Li gorî malpera Rûdawê kesayetên ereb bi vê serdana xwe amaje bi wê yekê kirin ku ew jî di pêvajoya diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê de wê palpiştê gelê kurd bin. Şêxê hoza Ebû Hemdan Şêx Qasim Fehad di vê derbarê de got: "Pêwendiya di navbera gelê kurd û ereb de, pêwendiyekî demdirêj û çarenivîsaz e. ji ber ku gelek tiştên me bi hev ve girêdayî ye. Ti ferq di navbera me û birayên me yên kurd de nîne, pêşeroja me jî bi hev ve girêdayî ye."

    Serok hozê Sadiq Sumeydî Ehmed Sumeyda jî diyar kir ku divê kes navê wan ji Kurdistanê cuda neyne ziman û eşkere kir ku ew piştgirî didin referanduma serxwebûnê. Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), weke serdestê siyasî yê van navçeyan, xerc û lêçûna kongreya serok hoz, şêx û kesayetên ereb hilda ser milê xwe.

    Bi heman mijarî:

    Eşîra êzidîyan bang li eşîrên ereb kir ku navê DAIŞîyan bidin
    Eşîrên ereb ên Nînowayê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin
    20 eşîrên ereb bangî Barzanî kirin: Serxwebûna Kurdistanê îlan bike
    'Bizava Tirkiyeyê ya ji bo avakirina artêşek ji eşîrên Ereb pûç derket'
    Tê îdiakirin ku Tirkiye eşîrên ereb li hemberî YPGê biçek dike
    Etîketan:
    Eşîrên ereb piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin, Şêx Qasim Fehad, Ehmed Sumeyda, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de